Ελευθεριακή Πρωτοβουλία Θεσσαλονίκης

Bo Cîhaneke Nû Bo Jiyaneke Azat

Li Enqerê êrîşa bombeyî ya li dijî kesên aştixwaz û azadîxwaz pêk hat û nêzî 128 kes canê xwe dan careke din nişanî me da ku bingeha dewlet û sermayayê li ser kuştin û komkujiyê ava bûye.

Ev êrîş dewama bombekirina Sirucê û êrîşa artêşa dewleta Tirk a li herêma Kurdistanê ye. Kiryarên qetliam pêk anîne DAİŞ û Gurên Boz anjî MÎT be jî tu ferqa wan bi hevdu nînin. Bes ev hemû rêxistin ji bo armancekî hevpar xizmetê dikin. Armanca vê êrîşa hovane eşkere ye. Kesên ku li dijî rejîma mafyatîk ya Erdogan serê xwe rakin wê bêne tunekirin. Ev kes li Stenbolê zarokekî 15 salî yê ku serî li dijî xirapkirina parqekî rakirî, karkerekî aştixwaz yê li Enqereyî dimeşe anjî gerîlayekî jin a li ser çiyayê Kurdistanê bibe jî. Ev stratejiya hişk xwe herî zêde li ser tunekirina mirovan û hovîtiyê digire. Ev êdî eşkere ye. Li aliyekî me dewlet û sermaye heye û ji bo desthilatdariya xwe xurt û firehtir bikin mirovan wek pezên qurbanê dibînin. Li aliyekî din jî gelên me yên bindest û zeîf ên bo azadiyê şer dikin. Di nava barbarîzma totalîterîzm a modern de Xweseriya Demokratik ya Kurdistanê û tekoşîna gelên Tirkiyeyê ji bo me dibe hêviyek û riya me ronahî dike. Ji bo cîhaneke azat û wekhev û edalet û ji bo rûmeta xwîşk û birayên me yên qetilkirî divê em ala tekoşîna navnetewî bilind bikin. Dibe ku îro em zeîf û biçûk xuya dibin bes çirûska di dilê berxwedêrên Kobanî, Amed, Enqere, Stenbol, Selanîk û hemî derên cîhanê de tu car venamire. Em çiqasî nirxên ku me bi hevre girêdidin xurt bikin û xeyala civakekî nû û cihêreng em bi hevre par bikin wê ev çirûsk bibe agirekî gur û mezintir bibe. Desthilatdarên kevnar wê holê rabin û bibin xwelî û ev wê riyên me yên ku bo jiyaneke nû û azat û cihana me ya komunîst veke.

HEMÎ CÎHAN BI XWÎNA KARKERAN SOR BÛYE
SERKEFTIN BO HÊZÊN GERILAYÊN KURDISTAN

Înîsîyatîfa Liberter a Selanîk

lib_thess@hotmail.com

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

Information

This entry was posted on October 15, 2015 by in Μπροσούρες.

Member of The Internet Defense League

%d bloggers like this: